Artêşa Sûriyeyê ber bi Seraqîbe ve pêş diçe

Artêşa Sûriyeyê tevî hewldanên girîng ên pêşîgirtina operasyona dewleta Tirk jî kete Seraqîbê, gihişte ser rêya M4’ê. Erdogan ê beriya serdan Ukranyayê Rûsya sûçdar kir û li Ukranyayê dirûşma ‘Slava Ukraîne’ qîr kir û di  vegerê de ji gotinê xwe vegeriya.

Artêşa Sûriye, tevî hewldanên pêşîtgirtina operasyonê ya dewleta Tirk li Idlibê operasyonên xwe li gel desteka Rûsyayê ya hewayî dewam dike.

Artêşa Sûriye ber bi bajarokê Seraqîb a dikeve ser rêya M4 û M5 a dikeve başûrê rojhilatê Idlibê, ketin taxa yekem.

Artêşa Sûriye ya ku beşek rêya M4 kontrol kir, di navbera wan û komên çete yên dewleta Tirk destekê dide wan de şerê dijwar rû dan. Li aliyê din balafirên şer ên Sûriye û Rûsyayê êrîşên li ser herêmê dewam dike.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan beriya serdana Ukranyayê ‘Rûsya bi li gorî peymana Sûçiyê tev negeriya’ sûcdar kir li ser nerazîbûnên Rûsya û çapameniya Rûs ên ‘Têkiliyên Tirkiye û El Nûsra’ û şûnde gav bi şûn ve avêt.

Ajansên dewleta Rûsya RIA Novostî û TASS çeteyên ku ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve hatibûn girtin dan axaftin, têkiliyên Tirkiye û El Nûsra kirin rojev.

Ajansa Nûçeyan a Federal (FHA) a nêzî Kremlî tê zanîn sernava ‘Em detayên rêyên terorê yên Tirkiyeyê ji bo Lîbyayê eşkere dikin’ belav kir. RIA Novostî nûçeyek bi sernavê ‘SADAT a weke leşkerên bi pere yên Enqerê tê zanîn, li ber artêşa Sûriyeyê rawestiyane’ parve kir.

Erdogan beriya serdana ji bo Ukranya gotibû: ‘Rûsya li gorî peymana Soçî û Astanayê tev negeriyaye’ û li Ukraniyayê jî dirûşma ‘Slava Ukraîna’ qîr kiribû.

Silava mijara gotinê, di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ji aliyê hevalên Nazî yên li Ukranyayê li dijî Soveytê dihate gotin ji bo wê li Rûsyayê rê li ber nerazîbûnên mezin vedike.

Lê belê di vegerê de Erdogan gav bi şûn ve avêt û got: “ Di vê demê de bi Rûsyayê re ketina nava şereke yan nakokiyên cidî pêwîst nake. Bi Rûsyayê re hewldanên em yên stratejîk ên cidî hene.”

Berdevkê Kremlîn Dmîtrîy Peskov jî got: “Dibe ku di navbera serok dewletê Rûsya Vlademîr Pûtîn û Erdogan de îro bi rêya telefonê hevdîtinek pêk bê.”