Artêşa Sûriye li Hamayê du gund xistin destê xwe

Artêşa Sûriyeyê piştî bomberdûmana bi rojan û şûnde li herêma Hemayê du gund xistin di bin kontrola xwe de.

Gundên El Cabin û Tel Melahê ji serê meha Hezîranê û vir ve di destê komê biçek de bûn.

Artêşa Sûriyeyê ragihand piştî bomberdûmana bi rojan komên çete ji El Cabinê vekişiyan.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANA ragihand ku artêşa Sûriyeyê du gund bi temamî xistine di bin kontrola xwe de, diyar kir ku operasyonên li başûrê Îdili bû bakurê Hama ya li ‘dijî terorîstan’ dewam dike.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî di şer û bomberdûmanên sê mehan yên li herêma mijara gotinê dom kir de nêzî 400 sivîl mirine, 440 hezar kes jî neçar mane ji malên xwe derkevin.

Artêşa Sûriye ya li gel Rûsya di nava îtifaqê de ye ji serê meha Nîsanê û vir ve li dijî Îdlibê dest bi operasyonê kiribû. Çeteyên li Îdilbê ji aliyê dewleta Tirk ve tê destekirin.