Artêşa Kolombiyayê bi firsenda aştiyê êrîşî ELN dike
Li Kolombiyayê, ku peymana aştiyê ya bi gerîlayên FARC'ê re ketiye meriyetê, tê gotin operasyonên leşkerî yên li dijî gerîlayên ELN zêde bûne.
Li Kolombiyayê, ku peymana aştiyê ya bi gerîlayên FARC'ê re ketiye meriyetê, tê gotin operasyonên leşkerî yên li dijî gerîlayên ELN zêde bûne.
Piştî peymana aştiyê ya navbera Hêzên Şoreşger ên Çekdar en Kolombiyayê (FARC) û hikûmeta Kolombiyayê di dawiya meha Kanûnê de ket meriyetê, operasyonên li dijî Artêaş Rizgariya Neteweyî (ELN) zêde bûn.
Polîs û artêşa Kolombiyayê, ku aştiya bi FARC'ê re ji bo xwe weke firsendekê dîtin, operasyonên xwe yên li dijî gerîlayên ELN zêde kirin. Hat ragihandin, di van operasyonan de bi qasî 20 gerîla dîl hatine girtin.
Wezareta Parastinê ya Kolombiyayê da xuyakirin, ku ev operasyon li Montecrîsto ya ser bi herêma Bolîvarê hatiye meşandin û îdîa kir, ku di nava kesên hatine binçavkirin de 8 'zarok' ên tevlî ELN bûne jî hene.
ELN bi zêdeyî 2 hezar û 500 şervanên xwe re duyemîn hêza herî mezin a gerîla ya welêt e. Piştî peymana aştiyê ya bi FARC'ê re, nayê zanîn bi ELN re jî muzakereyên aştiyê werin kirin an na. Hikûmeta Kolombiyayê, ji bo pêşhevdîtinên tê plankirin di 10'ê Çileyê de pêk were, serbestberdana parlamenterê berê yê bi navê Odîn Sanchez weke şert destnîşan dike, ku Sanchez di Nîsana 2016'an de ji aliyê ELN ve esîr hat girtin.