Artêşa Iraqê ragihand ku wê 'bêalî' bimîne

Alîgirên lîderê Şîa yê Iraqê Muqteda Sadr hîn jî li parlamentê ne. Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand ku li hemberî pirsgirêkên navxweyî ew 'bêalî' ne.

Bi hezaran alîgirên Muqteda Sadr di 30'ê Tîrmehê de ketin hundirê avahiya parlamentê ku li Herêma Kesk a bi ewlekariya bilind e. Alîgirên Sadr namzetê hevrikên xwe yê ji bo serokwezîrtiyê red dikin.

Çarçoveya Hemahengiyê ya Şîa ku hevrikê tevgera Sadr e, bang li gel kir ku dakeve qadan. Vê yekê kir ku rageşî bilind bibe.

Li ser vê yekê Wezareta Parastinê ya Iraqê daxuyaniyek da û diyar kir ku wê artêş dest li siyasetê wernede û bêalî bimîne. Wezaretê got, "Wezîfeya artêşê parastina serweriya Iraqê ji dijminan e."

Li Iraqê ji hilbijartinên Cotmeha 2021'ê û vir ve hîn serokkomar û serokwezîrê nû nehatine hilbijartin.

Tevgera Sadr ji bo zexteke giran li hevrikên xwe bike, dest bi kampanyayê kir. Tevgera Sedr ku eniya herî xurt a hilbijartinê bû meha Hezîranê 73 wekîlên xwe dabû îstifakirin.

SADR BANG KIR KU NERAZÎBÛN BÊ MEZINKIRIN

Alîgirên Sadr namzetiya Mûhammed Şîa El Sûdanî ya ji bo serokwezîrtiyê red dikin. Her wiha dixwazin parlamenta Iraqê û Dadgeha Federal jî bên betalkirin.

Sadr xwepêşandan weke "spontane û şoreşa aştiyane" pênase kir û got, "Ev rewş ji bo guhertineke bingehîn a di sîstema siyasî de firsendeke awarte ye."

Muqteda Sadr bang li "eşîran, hêzên ewlekariyê, endamên Heşdî Şabî û her kesî kir ku piştgiriyê bidin şoreşgeran."