Artêşa Etîyopyayê li ber çavê xebatkarên MSF'ê sivîl kuştin

Komkujiyên Etîyopyayê yên li ser gelê sivîl ê Tîgreyê ji hêla Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF) ve hate dîtin.

Artêşa Etîyopyayê Mijdarê bi desteka welatên cîran berê xwe da gelê Tîgreyê û li dijî endamên Eniya Rizgariya Netewî ya Tîgreyê (TPLF) û sivîlan komkujî kiribû.

Serokwezîr Abîy Ahmed gotibû wan 'serhildan'a gelê Tîgreyê serkut kirine, êrîşên li ser gelê sivîl ên li herêmê qebûl nekir.

MSF'ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku artêşa Etîyopyayê sivîl înfaz kirine. MSF'ê ragihand ku xebatkarên wan ew bûne şahidê piştî kemîna li ber leşkeran a li Adîgartê, ya li ser rêya ku diçe Mekele, paytexta Tîgreyê.

Li gorî daxuyaniyê piştî kemîna li ber leşkeran, leşkeran wesayiteke tije sivîl rawestandine û sivîlên di wesayitê de kuştine. Di rûdanê de ku endamên MSF'ê bûne şahid, hate gotin leşkeran piştî ku jin veqetandine, mêr înfaz kirine.

MSF'ê her wiha ragihand ku wesayita wan jî hatiye sekinandin, derb li ajokarê wan dane û gef li wan xwarine.