Artêşa Amerîkayê 2 milyar dolar ji bo zekaya çêkirî terxan kir

Artêşa Amerîkayê 2 milyar dolar ji bo zekaya çêkirî terxan kir. Bi vê, armanc ew e ku mekîneyên wiha werin çêkirin ku li gel leşkeran bin, bi rengê ‘hevpîşe’yan.

Ajana lêkolînê ya artêşa Amerîkayê Darpayê (Defense Advanced Research Projects Agency), ji bo 5 salan lêkolîn li ser qada zekaya çêkirî werin kirin, 2 milyar dolar terxan kir.

Darpayê got, ‘‘Piştî qonaxa niha ya şer bi demê re wê pergalên otonom ên karîger tevlî şer bibin lê beriya ku mekînayên wiha ku hevkariyê bi leşkeran re bikin werin sazkar kriin, divê hinekî dî biaqil bibin.’’

Darpayê beriya niha ji bo avabûna  şîrketa robotan,ku ji yek ji şîrketa herî li pêş e, Boston Dynamîcs ava bibe, keda xwe lê zêde kiribû. Vê şîrketê ji bo artêşa Amerîkayê kûçikê robot ê navdar ‘BîgDoh’ çêkiribû.

Ajansa lêkolînên teknolojik Darpayê dixwaze siberojê mekîneyên sivik ku ji hêla mirovan ve têne sazkarkirin, çêbike. Ji vê bernameyê re ‘’Al Next’ hate gotin.

Li gorî daxuyaniyê, ‘’Entegrekirina vê teknolojiye ya li pergalên leşkerî ku hevkariyê bi leşkeran re dikin, li qadên şer ên tevlîhev û  dem teng, ev ê bikin ku biryar bi hêsanîtir werin standin, wê bikin ku agahiyên zêde, kêm û ne li hev werin fêhmkirin û parvekirin û ji bo peywirên bi asteke zêde otonom in û bi rengekî bi ewle hin peywirên krîtîk pêk bînin, wê bikin ku pergalên bê mirov geş bibin.’’