Armanc Med: Ev şer wê bi serketinê biqede

Ji fermandarên HPG'ê Armanc Med diyar kir ku berxwedana gerîla ya vê demê xwe dispêre mîrateya 14'ê Tîrmehê û got, "Em zanin ku ev şer wê zehmet be, lê belê wê bi serketinê bi encam bibe."

Ji fermandarên HPG'ê Armanc Med destnîşan kir ku gerîla wê di sala 2024'an de li dijî dagirkeran serketinên mezin bi dest bixin û got, "Em bi hêza xwe piştrast in, çi ji destê me bê em ê bikin. Bi xurtkirina tevlîbûna xwe em ê têkoşînê bigihînin asta herî bilind."

Ji fermandarên HPG'ê Armanc Med beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bû û bersiv da pirsên Bihar Zagros. Fermandar Med bal kişand ser rastiya dîrokî ya Kurdan ku gelekî kevn e, lê belê di sedsala 20'an de li polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê rast hatin û got, "Cihê ku demekê bexçeyê mirovahiyê bû, veguherandin dojehê. Yê ku serkêşî ji vê yekê re kir jî dewleta Tirk e."

HÊZA PKK'Ê JI RASTIYA WÊ YE

Armanc Med destnîşan kir ku gelekî girîng e Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi PKK'ê gav avêt û ragihand ku hêza PKK'ê ji xwedîderketina wê ya li rastiya xwe tê. Armanc Med bal kişand ser helwesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê ya ku li ber bêhêvîtî û bêbaweriyê radibe û got, xwedî li hemû nirxên mirovahiyê derketin.

XWEDÎ HÊZEKE MEZIN A ANALÎZÊ YE

Fermandar Armanc Med işaret bi têkoşîna mezin a PKK'ê kir ku li hemberî êrîşên piralî dimeşîne û diyar kir ku PKK xwedî hêzeke mezin a analîzê ye. Armanc Med got, "Divê mirov PKK'ê û Rêber Apo baş nas bikin" û anî ziman ku hêzên navneteweyî di salên 1970'î de jî ew şopandin. Med got, "Rêber Apo ev yek dît û ji ber vê yekê karekî gelekî zirav meşand. Her tiştên Rêber Apo bi plan û zanebûn bû."

RUHÊ BERXWEDANÊ YÊ 14'Ê TÎRMEHÊ

Fermandar Armanc Med diyar kir ku têkoşîna PKK'ê bi nirxên şehîdan hatiye avakirin, êşkenceya li zindanan û berxwedana dîrokî ya kadroyên pêşeng ên PKK'ê bi bîr xist û destnîşan kir ku PKK ji ezmûnên mezin derbas bû û serketina xwe ragihand. Armanc Med got, berxwedana gerîla ya heyî li ser mîrateya berxwedana 14'ê Tîrmehê ye.

EM ZANIN KU ŞER WÊ ZEHMET BE

Ji fermandarên HPG'ê Armanc Med ragihand ku taktîkên gerîla yên li dijî leşkerên Tirk bi kar tîne serketî ne û got, "Di vê demê de gelek hevrêyên me yên hêja şehîd bûn. Her wiha zext û êrîş li gelê me hate kirin. Tecrîda li ser Rêber Apo hîn jî dewam dike. Em zanin ku ev şer wê zehmet be, lê belê em bi hêza xwe piştrast in, lewma çi ji destê me bê em ê bikin. Li ser vê bingehê em ê tevlîbûna xwe xurt bikin û têkoşîna xwe bigihînin asta herî bilind. Ev şer wê bi serketinê bi encam bibe."