Aloziya navbera DYE-Tirkiyeyê mezin dibe

Alîkarê Serokê DYE'yê Mike Pence di mijara S-400'î de hişyarî da Tirkiyeyê û ji Tirkiyeyê xwest ku tercîhekê bike.

Alîkarê Serokê DYE'yê Mike Pence roja Çarşemê di civîneke NATO'yê de bang li Tirkiyeyê kir ku di mijara sîstema parastina hewayî de paşve gavê biavêje.

Li ser vê yekê, Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû jî di civîneke din de ya li Washingtonê li ser kirîna S-400'î ji Rûsyayê got, "Kar qediya, em ê paşve gav neavêjin."

PENCE: TIRKIYE NEÇAR E TERCÎHÊ BIKE

Mike Pence piştî demeke kurt li ser Twitterê daxuyaniyeke tund da.

Pence got, "Tirkiye neçar e tercîhekê bike. Dixwaze di nava tifaqa leşkerî ya herî serketî de weke hevparekî krîtîk bimîne, ya jî dixwaze bi biryarên bêperwa zerarê bide tifaqa me û ewlekariya vê hevgirtinê bixe nava rîskê?"

Alîkarê Serokkomarê Tirk Fûat Oktay roja Pêncşemê daxuyaniyeke nû da û daxuyaniya DYE'yê bi rengekî berevajî ji bo xwe dubare kir: "Divê DYE êdî biryarekê bide. Dixwaze weke mutefîkê Tirkiyeyê bimîne, ya jî dixwaze bi terorîstên ku dixwazin derbê li parastina mutefîkê NATO'yê bixe hevkariyê bike û dostaniya me bixe nava rîskê?"

RAYEDARÊN DYE'YÎ: RÊYEKE NAVBERÊ NÎNE

Di vê navberê de li gorî radyoya Dengê Emerîka, Çavûşoglû di dema hevdîtinên xwe de yên li Washingtonê bi Serokê Komîsyona karên Derve ya meclîsa Nûneran a DYE'yê Eliot Engel ê ji partiya Demokratan û endamê payebilind ê komîsyonê Michael McCaul ê Komarger re rûnişt.

Engel û McCaul piştî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî dan û diyar kirin, li dijî plana Tirkiyeyê ya ji bo kirîna sîstema fuze ya S-400 a Rûsyayê ku li ser NATO'yê metirsî ye, wan mûxalefeta xwe nîşan dane.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, li şûna S-400'î DYE'yê ji bo kirîna fuzeyên Patriot DYE'yê pêşniyareke gungav dane Tirkiyeyê û hate destnîşankirin, di mijara 'hevkariya parastinê ya bi hem Rûsya, hem DYE'yê' de rêyeke navberê nîne.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, divê hikumeta Tirk nîşan bide ku ew bi tifaqa NATO'yê re girêdayî ye û hate gotin, xurtkirina têkiliyên bi Moskowayê re di mijara pêkanînan û bernameya F-35 de Tirkiye xistiye nava rîskê.