Aloziya navbera Cezayîr-Fasê mezin dibe: Cezayîrê qada hewayî girt

Aloziya navbera Cezayîr û Fasê ku bi mehan e dewam dike, derbasî asteke nû bû. Cezayîrê qada hewayî li welatê cîran Fasê girt.

Di daxuyaniya hikumeta Cezayîrê de hate gotin, "Konseya Ewlekariyê ya Bilind biryar da ku qada hewayî li hemû balafirên sivîl û leşkerî, her wiha li hemû balafirên Fasê tavilê bigire."

Ev biryar piştî civîna Konseya Ewlekariyê ya bi serokatiya Serokkomar Abdulmecîd Tebbûn hate ragihandin. Di civînê de rewşa li ser sînorê bi Fasê re hate nirxandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji ber provokasyon û pratîkên dijminane yên Fasê" biryar hatiye wergirtin ku qada hewayî bê girtin.

Cezayîrê 24'ê Tebaxê têkiliyên dîplomatîk ên bi Fasê re rawestandibû. Wezîrê Karên Derve yê Cezayîrê Ramtan Lamamra wê demê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku Fas dest ji "çalakiyên dijminane yên li dijî Cezayîrê bernade."

Têkiliyên navbera herdû welatan bi taybetî ji ber pirsgirêka Sahra Rojava ku ji sedî 80 di bin kontrola Fasê de ye, bêhtir nebaş bû.

Sahra Rojava ku qada berê ya mêtingeriya Spanyayê ye, ji ber ku çareseriyeke mayinde jê re nehatiye destnîşankirin ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke "herêma ne otonom" hatiye pênasekirin. Bi dehan sal in li vê herêmê Eniya Polisario û Fas li hemberî hev radibin. Cezayîr jî piştgiriyê dide Polisario.

Rêveberiya Rabatê planeke xweseriyê ya di bin serweriya xwe de pêşkêş dike. Polisario jî dixwaze ku di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de çarenûsa xwe bi referandûmê diyar bike.