Aloziya li kendavê: Qatar dixwaze bibe endamê NATO'yê

Wezîrê Parastinê yê Qatarê Xalid Bîn Mûhammed el Attiya eşkere kir ku ew dikarin yekîneyek an jî navendeke taybet a NATO'yê li Qatarê pêşwazî bikin. 

Wezîrê Parastinê El Attiya diyar kir ku demdirêjî armanca Qatarê ya stratejîk ew e bibe endamê NATO'yê.

Wezîrê Parastinê yê Qatarê, bi boneya yekemîn salvegera qeyrana kendavê daxuyaniyek da û got, "Qatar ji hêla nirxê çekdarbûnê ve bûye yek ji welatên herî girîng ê Herêmê."

WELATÊN ROJAVA QATARÊ ÇEKDAR DIKIN

El Attiya, ji kovara Wezareta Parastinê Altalayayê re axivî û got, "Di mijara çekdarbûnê de bi taybetî em ji welatên Rojava alîkariyê werdigirin."

Wezîrê parastinê anî ziman ku tifaqeke girîng a ne endamên NATO’yê ne û got, "Heke hevpariya me ya bi  NATO’yê re pêş bikeve û zelal bibe, daxwaza me endamtiya têkûz a NATO’yê ye."

El Attiya anî ziman ku dikarin li welatê xwe cih bidin yekîneyek, an jî navendeke taybet a NATO’yê.

Niha di rewşa heyî de li Qatarê baregeheke girîng a ji DYA’yê re hatiye terxankirin heye. Salek beriya niha Erebîstyana Siûdî, Emîrtiyên Ereban ên Yekbûyî û Misirê, Qatar bi ‘Fînanskirina terorîzmê’ û ‘Xwe nêzik kirina Îranê’ tewanbar kiribûn û têkiliyên xwe yên dîplomatîk rawestandibûn. 

QEYRANA QATARÊ

Yekane sînorê bejahî yê Qatarê bi Erebistana Siûdî re heye. Lê ev sînor piştî qeyranê hate girtin. Cîranê Qatarê qada xwe ya hewayî jî jê re girtibûn û welatiyên Qatarê ji çar welatên rikber hatibûn dersînorkirin. Tirkiye û îranê di vê qeyranê de ligel Qatarê cih girtibûn. 

Rêveberiya Dohayê, Erebistana Sûûdî û tifaqên wê tewanbar dike û dibêje "Dixwazin Qatarê ji ber polîtîkaya wê ya serbixwe ya derve ceza bikin."

Heta niha hemû hewldanên ji bo çareseriya qeyranê bê encam mane. Ev rewş gefa bêaramiya herêmê zêdetir dike. Ji bilî vê jî ev salek e Qatarê gelek peymanên çekan bi DYA, Fransa, îngilîstan û Îtalyayê re çêkirine. 

EREBISTANA SIÛDÎ GEFA DESTWERDANA LEŞKERÎ LI QATARÊ XWAR

Li gorî rojnamea Fransa Le Mondeyê, rêveberên Siûdiyê ji serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron xwestine, ji bo ku Doha ji Rûsyayê pergala parastina hewayî ya S-400 asteng bike bikeve nav tevgerê. Rêveberiya Siûdiyê li hemberî rewşeke dijberî vê gef li Qatarê xwar ku wê li hemberî wê çalakiyên leşkerî pêk bînin.