Alîkariya mirovî ya ji bo herêma Tîgrayê tê şandin, têrê nake

Li herêma Tîgray a Etiyopyayê, ku ji ber şerê par dest pê kir û bi mehan dewam kir, pirsgirêka giran a av u xurekê heye, tevî ku alîkarî jê re hate şandin jî Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku bi milyonan mirov bi metirsiya birçîbûnê re rû bi rû ne.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî 150 qemyonên alîkariyê rojên dawî gihîştin herêma Tîgrayê ya Etiyopyayê. Lê belê hîn jî bi milyonan mirov bi metirsiya birçîbûnê re rû bi rû ne.

Wezîrê Aştiyê yê Etiyopyayê diyar kir ku rayedarên Etiyopyayî hefteyeke ji bo koordîneyeke baş a belavkirina alîkariyê hewl didin.

Hate ragihandin k di nava hefteyekê de derdora 500 qemyonên ji alîkariyê gihîştine herêma Tîgrayê û 152 ji qemyonên alîkariyê du hefteyên dawî ji herêmê re hatine şandin.

Lê belê tê gotin, ji sedî 90 ê nifûsa herêma Tîgrayê ku 5.2 milyon mirov e, pêwîstiya xwe bi alîkariya lezgîn heye.

Koordînatorê alîkariya demkî ya Neteweyên Yekbûyî Grant Leaîty anî ziman ku rewşa li herêmê roj bi roj giran dibe.

Te gotin ku 1.7 milyon mirovên li herêma Afar û Amharayê jî di nav de temamiya mirovên li herêmê bi metirsiyeke mezin a birçîbûnê re rû bi rû ne, alîkariya mirovî, pere û stoka sotemeniyê li herêmê hindik maye bi temamî biqede.

Yekîtiya Efrîkayê jî diyar kir ku divê hikumeta Etiyopyayê hîn bêhtir alîkariyê bi herêmê re bike.

Serokwezîrê Etiyopyayê Abiy Ahmed di Mijdara 2020'î de ji bo rêveberiya herêmî ya eniya Azadiya Gel a Tîgrayê ya li herêma Tîgrayê ji wezîfeyê bigire artêş şand herêmê. Şerê li herêmê 10 mehan dewam kir.