Alîgirên serxwebûna Korsîkayê: Em ê destûrê nedin Le Pen
Alîgirên serxwebûna Korsîkayê bersiveke tund dan namzeta Serokkomariya Fransayê ya nîjadperest Marîne Le Pen.
Alîgirên serxwebûna Korsîkayê bersiveke tund dan namzeta Serokkomariya Fransayê ya nîjadperest Marîne Le Pen.
Ji bo tûra destpêkê ya hilbijartinên Serokkomariya Fransayê 2 hefte man. Tê payîn, namzeta nîjadperest Marîne Le Pen di tûra destpêkê de derkeve pêş û ji tûra duyemîn re bimîne.
Lîdera Eniya Neteweyî (FN) Marîne Le Pen, li paytexta Korsîka Ajaccîoyê mîtîngek lidar xist. Gelek ciwanên alîgirê serxwebûnê li dijî vê yekê çalakiyek lidar xistin û Le Pen şermezar kirin.
Ciwanên alîgirê serxwebûnê bi zimanê Korsîkayê dirûşma "Fransa, derkeve" qîriyan. Parêzvanên lîdera nîjadperest bi lêdanê ev ciwan ji salona mîtîngê derxistin.
Piştî vê bûyerê, komek alîgirê serxwebûnê ya bi navê Ghjuventû daxuyaniyek da û got, "Nedibû ku me destûr bida lîdera Eniya Neteweyî li axa me, gotinên xwe yên nefretê û dijberiya Korsîka bîne ziman. Lîderê berê yê vê partiyê (Jean-Marîe Le Pen) dixwest girtiyên siyasî yên ji Korsîkayê werin îdamkirin. Em ê ti carî qebûl nekin ku partiyeke bi vî rengî bi awayekî 'ewle' were welatê me."
Le Pen li dijî xweseriya qels a heyî ya Korsîkayê ye. Lê belê bi rêya dijberiya li koçberan û Îslamê hewl dide li Korsîkayê xurt bibe.
Marîne Le Pen di hilbijartinên 2012'an de li gelemperiya Korsîkayê ji sedî 24 ê dengan standibû. Tê texmînkirin ku dengê xwe yê li vir zêde bike.