Alîgirên şer ên li Lîbyayê wê li Fransayê li hev bicivin

Li Lîbyaya ku hê jî şer dom dike, hevdîtinên aştiyê yên di navbera du hêzên herî girîng de, bi nêvbeynkariya Fransa destpê kir.

Hevdîtinên bi nêvbeynkariya Serokkomarê Fransa Emmanûel Marcon re destpê kir, îro wê li bajarokê Celle-Saînt Cloûd destpê bike. Di hevdîtinan de li ser navê ‘Hikûmeta Yekîtiya Netewî’ ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve tê naskirin Serokwezîr Fayez Saraj, fermandarê yekîneyên herêmên rojhilatê welat di bin kontrola xwe de digire Khalîfa Haftar cih digirin.

Lê wê Saraj û Haftar cuda cuda li gel Emmanûel Marcon bicive, wê di hevdîtinan yekem de neyên gel hev.

Di daxuyaniya bi 10 bendan ku beriya hevdîtinê weke reşnivîs tê destgirtin, li gel agirbestê divê dewletek xwe bispêre rêgezên ‘dewleta hiqûqê’ bê pêkanîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo derbaskirina kirîza li Lîbyayê pêwîstî bi çareseriyekî siyasî heye û mimkûn e.

Khalîfa Haftar ê ku Meclîsa Nûnerên Navenda Tabrûkê destek dike û mutefîkên wê rojhilat, başûr û beşên navenda Lîbyayê di destê xwe de digire. Di nava van bajaran de jî Bîngazî jî heye, yekîneyên leşkerî yên ku Hikûmeta Yekîtiya Netewî destek dikin jî paytext Trablûs û bajarên mîna Sîrte û Mîsrata kontrol dike.