Alîgirekî Yekîtiya Ewropayê bû Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê

Jeremy Hûnt ku dixwaze welatê wî di nava Yekîtiya Ewropayê de bimîne, li şûna Borîs Johnson bû Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê.

Johson ku ji sala 2016'an û vir ve Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê bû, bi îdîaya ku xeyala wî ya derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexît) 'li ber mirinê ye' doh îstifa kiribû. Johnson ku rojek piştî Wezîrê Brexîtê Davîd Davîs îstifa kir, rexne kiribû ku piştî Brexîtê welatê wî veguherandine 'Koloniya Yekîtiya Ewropayê'.

Jeremy Hûnt li şûna Johnson hate bicihkirin. Hûnd li qadên tenduristî û xizmetên civakî alîkariya wezîr kiribû. Hûnt ji aliyê Serokwezîr Theresa May ve hate wezîfedarkirin. Taybetmendiyeke din a Hûnt ew e ku di referandûma Brexîtê ya sala 2016'an de alîgirê mayina li nava Yekîtiya Ewropayê bû.

Piştî referandûma Hezîrana 2016'an hikumeteke nû li Brîtanyayê ava bûbû û Borîs Johnson ê ku bi gotinên xwe yên tund ên li dijî Yekîtiya Ewropayê tê naskirin, bûbû Wezîrê Karên Derve. Davîd Davîs jî ku danûstandinên Brexîtê dikir, roja Yekşemê îstifa kiribû.