Agir bi avahiyeke Parîsê ket: Herî kêm 8 kes mirin
Li paytexta Fransa Parîsê, agir bi avahiyekê ket. Herî kêm 8 kes mirin, nêzî 30 kes jî birîndar bûn.
Li paytexta Fransa Parîsê, agir bi avahiyekê ket. Herî kêm 8 kes mirin, nêzî 30 kes jî birîndar bûn.
Roja Sêşemê saet 1'ê şevê, li taxa 16'an a Parîsê agir bi avahiyeke ji 8 qatan ket. Bi hewldana ji 5 saetan, şewat hate vemirandin.
Rayedaran diyar kirin, herî kêm 8 kes ji ber şewatê mirine, 30 kes jî birîndar bûne. 6 ji birîndaran di dema vemirandina êgir de birîndar bûn.
Dozger ragihand, ew li ser îdîaya ku 'şewateke krîmînal e' radiwestin. Hate ragihandin, di vê çarçoveyê de jineke li heman avahiyê dima hatiye destgîrkirin.