Adilebdul Mehdî: Vekişîna Emerîka bi biryara Iraqê dibe

Serokwezîrê demkî yê Iraqê Adilebdul Mehdî daxuyaniyek da û diyar kir ku naxwazin Iraq bibe navenda şerê ti hêzekê.

Serokwezîrê demkî yê Iraqê Adilebdul Mehdî bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand li ser çend xalên girîng ên têkildarî guherînên dawî yên Iraqê û vekişîna artêşa Emerîkayê û got: “Hebûna Emerîka li ser biryara Iraqê ye û wê vekişîna wê jî li ser biryara Iraqê be.

Mehdî destnîşan kir ku Emerîka  ji bo têkbirina DAÎŞ’ê alîkariya Iraqê kiriye. Ji ber wê Iraq naxwaze di vî şerî de ti aliyan bigre û razî nabin ku Iraq bibe qadekî şer ya ti aliyan.

Di heman demê de Adilebdul Mehdî ji ber alîkariya Çînê ya ji bo Iraqê spasiyên xwe pêşkêş kir û Çîn weke dostê Iraqê jî pênase kir. Mehîd bibîr xist ku rayedarên Çînê ji bo wan aniye ziman ku wê tim piştgirî bide Iraqê.