Aboriya Çînê “Rexmê êrîşan” mezin bû

Hat ragihandin ku Çîn a ku di cîhanê de xwediyê aboriaya mezin a duyemîn e, hedefa ku dabû pêşiya xwe gihîştê.

Alîkarê Wezîrê Darayî yê Komara Gelê Çîn Zhû Gûangyao, got ku rêjeya mezinbûna welat a 2016’an, ji sedî 6,7 zêdeti bûye.

Gûangyao bi bîr xist ku di sala borî de, hedefkiribûn ku rêjeya mezinbûnê di nav bera 6,5 û 7’an de bû. Gûangyao diyarkir ku di sê çaryekên destpêka sala 2016’an de mezinbûn ji sedî 6,7 'e, di çaryeka dawî de jî 6,7'an jî mezintire.

Li gorî hinek analîzan, rêjeya aboriyê ya ji sedî 10 ku li gorî salên 2000’an bilind dibû, li gorî îstastîkên îsal ev rêje ketiye asta jêr. Bi taybet ji ber bandora mezinbûna sektora kargeh û binesaziyê, mezinbûna aboriya 2015’an li gorî rêjeya çaryeka dawî hemane.

Li gorî rêjeya 2015’an ya çaryeka dawiyê aboriya Çînê ji sedî 6,8 mezin bûye.