Abdulmehdî: Em ê li gorî ambargoya DYE’yê ya li ser Îranê tevnegerin

Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî diyar kir ku ambargoya DYE’yê ne navneteweyî ye û ji ber wê ew ê li gorî ambargoyê tevnegerin.

DYE piştî ku xwe ji peymana enerjiya nukleer vekişandibû, li dijî Îranê ambargo dabû destpêkirin. DYE’yê hin welat ji derveyî vê ambargoyê hiştibû. DYE’yê 45 rojan Iraq derveyî ambargoyê hiştibû. Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî duh êvarî li Bexdayê bi hin kom û çalakgeran re civiya û derbarê ambargoyê daxuyanî da.

‘EV KÊŞE DI NAVBERA ÎRAN Û DYE’YÊ DE YE’

Abdulmehdî diyar kir ku ambargoya DYE’yê ya li dijî Îranê ne navneteweyî ye û ew ê li gorî wê ambargoyê tevnegerin. Abdulmehdî got ku, “Iraq ne parçeyekî vê ambargoyê ye. DYE ambargoyê li kîjan welatî bike, ew polîtîkaya wê ye. Ev zext û ambargo ne navneteweyî ye ku em li gorî wê tevbigerin. Ev tişt di navbera DYE û Îranê de ye, em ne parçeyekî vê ne. Em ne welatekî wisa ne ku li hemberî hin dewletan dijminatiya bikin û berjewendiyên wan welatan ji xwe re bikin hedef.  Me vê helwesta xwe ji DYE û ji hemû aliyên din re got.”

‘EM XISARÊ NADIN TU WELATÎ’

Serokwezîr Adil Abdulmehdî diyar kir ku peywira wan ev e, ew berjewendiyên neteweyî yên Iraqê biparêzin û got ku, “Me ji DYE’yê re got, heke planeke we hebe em dikarin bi hev re nîqaş bikin lê bi fermanan neyên ba me. Em serweriya Iraqê diparêzin û em xisarê nadin tu welatî. Peywira me ev e ku em bi welatên cîran re dostaniya xwe bi pêş ve bibin û berjewendiya xwe ya neteweyî biparêzin.”