Ûkrayna û Rûsyayê 200 hêsîr bi hev guherandin

Hate ragihandin di navbera komên Rûs ên li Ûkraynayê û rêveberiya Kîevê de herî kêm 200 hêsîr bi hev hatine guherandin.

Di navbera komên Rûs ên li rojhilatê welat ji bo serxwebûna Donbassê şer dikin û rêveberiya Kîevê de bi wesîleya serê salê hêsîr bi hev hatin guherandin. Ji sala 2017’an û vir ve cara pêşîn hêsîr bi hev tên guherandin.

76 kesên li Rûsya û Kirimê di girtîgehan de bûn bi balefiran şandin Kîevê. Avadaniyên bi navê Komarên Gel ên Donestsk û Luhanskê jî diyar kirin ku 124 kes teslîmî wan hatine kirin.

Rêveberiyên Rûsya, Elmanya, Ûkrayna û Kîevê vê guherandina hêsîran silav kirin.

Li rojhilatê Ûkraynayê komên Rûs ji bo serxwebûna Donbassê li dijî artêşa Ûkraynayê di sala 2014’an de dest bi şer kiribûn. Di vî şerî de heta niha 13 hezar kes mirine.