Şoreşgerê Yewnan Glezos jiyana xwe ji dest da

Yek ji sembolên çep a Yewnan dostê gelê Kurd Manolîs Glezos jiyana xwe ji dest da.

Yek ji sembolên çep a Yewnan nivîskar-siyasetmedar Manolîs Glezos li Atînayê li nexweşxaneya ku lê dihate tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku Glezos ê 97 salî ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest da.

SEMBOLA BERXWEDANÊ, DOSTÊ GELÊ KURD

Glezos di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de sala 1941'ê dema ku Elmanya û Îtalyayê welatê wî dagir kirin, li Girê Akropolîs ê dîrokî yê Atînayê ala Naziyan danîbû xwarê û bi vî rengî bûbû sembola berxwedanê.

Glezos di navbera salên 1967 û 1974'an de li dijî cûntaya Albaylarê têkoşiya bû, 12 salên temenê xwe di girtîgehê de derbas kiribû, 4 salan li sirgûnê bû û 3 caran bi mirinê hatibû mehkûmkirin.

Glezos sla 2004'an ji lîsteya Partiya Tifaqa Çep a Radîkal (SYRIZA) ji bo Parlamenta Ewropayê hatibû hilbijartin. Bi 430 hezar dengî bû "Endamê herî extiyar ê Parlamenta Ewropayê."

Glezos heta dawiya jiyana xwe timî bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re bû.

Glezos got, "Divê gelê Yewnan dîroka xwe û rewşa niha ya Kurdan bîne ber hev" û peyama piştgiriyê dabû.