Şoreşgerê ji Perûyê Gûzman jiyana xwe ji dest da

Abîmael Gûzman ê ku li Perûyê yek ji sembola tevgera şoreşger bû di 86 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Profesorê berê yê Felsefeyê Gûzman ê bi navê Serok Gonzalo jiyana xwe ji dest da. Gûzman ji sala 1992’an û vir ve di girtîgehê de bû.

Vanda Felbab-Brown a ji Enstîtuya Brookîngsê ji bo Gûzman gotibû ‘Ji xeynî Fîdel Castro yek ji şoreşgerê Emerîkaya Latîn ê ku dikira hikumet hilweşanda û bibûya desthilatdar Gûzman e.’