Şîrketa çekan a Elman di dawiya dawî de tê darizandin

Yek ji mezintirîn şîrketên çekan ên Elman Heckler & Koch ku çeka G36 hildiberîne, ji ber komkujiyeke li Meksîkayê hate kirin wê di dawiya dawî de derket pêşberî dadgehê.

26'ê Îlona 2014'an li eyaleta Guerrero ya Meksîkayê, 43 xwendekar di xwepêşandanekê de hatin destgîrkirin û ev xwendekar piştre radestî endamên çeteya bi navê Guerreros Unidos hatin kirin. Piştî wextekê, ji gorên komî yên vê çeteyê bi dehan cesed hatin dîtin. Lêkolîna li ser cesedan bi mehan hate kirin û hewl hate dayin bê tespîtkirin ku cesedên hatine dîtin ên xwendekarên winda ne yan na.

Dîtina gora komî demeke dirêj di rojeva Meksîkayê de ma. Piştre zêdeyî 80 endamên Gûerreros Unidos hatin destgîrkirin. Di nava çekên hatin desteserkirin de 36 çekên G36 hebûn ku ji aliyê Elmanan ve hatine çêkirin. Çeka bi vê markayê diviyabû tenê li çend eyaletên Meksîkayê bihatine bikaranîn.

9 hezar û 500 çekên bi tîpa G36, sala 2007'an piştî ku ji aliyê hikumeta Elman ve hate erêkirin, ji Meksîkayê re hatin firotin. Hikumeta Elman di dema firotinê de şert danîbû ku Guerrero jî di nav de divê li 4 eyaletan ev çek neyên bikaranîn. Lê belê aktîvîstên aştiyê yên ku firotina derveyî qanûnan a çekan a Elmayayê lêkolîn kirin, derxistin holê ku di navbera salên 2006-2009'an de bi hezaran çekên Heckler & Koch ji Meksîkayê re hatine firotin ji bo li hemû eyaletan bên bikaranîn.

Sûcên şîrketa çekan a Elman ne tenê ev bû. Xebatkarên şîrketa Heckler & Koch, li eyaleta Guerreroyê ku komkujî lê hate kirin, perwedeya çekan dabûn hêzên ewlekariyê. Piştî skandal derkete holê, aktîvîstê aştiyê yê bi navê Jurgen Graesslin û parêzer Holger Rothbauer li Stuttgartê doz vekirin ku navenda şîrketê lê ye.

Di dozê de tê destnîşankirin ku firotina çekan li dijî qanûnê firotina çekan ên Elman û qanûnên bazirganiya derve ne. Rûniştina destpêkê ya dozê, piştî 8 salan pêr hate kirin. Di dozê de ku li Dadgeha Eyaletê ya li Stuttgartê tê dîtin, rêveberên Heckler & Koch ên wê wextê tên darizandin. Tê payin ku rûniştinên dozê heta payizê bidomin.