Şiîyên alîgirê Îranê gef li DYE'yê xwarin

Ji lîderên Şiî yê alîkagirê Îranê Nûrî Malikî û damezirînerê Heşdî Şebî û fermandarê Tûgayên Bedîrê Hadî Amirî tevî rageşiya di navbeyna DYE'yê û Îranê bûn.

Piştî ku krîza di navbeyna DYE û Îranê de geş bû û du alî gef li hev xwarin, bandora vê ya li ser herêmê jî xwe nîşan dide. Ji lîderên Şiî yê alîkagirê Îranê Nûrî Malikî û damezirînerê Heşdî Şebî û fermandarê Tûgayên Bedîrê Hadî Amirî tevî rageşiya di navbeyna DYE'yê û Îranê bûn.

'DIVÊ BI DIYALOGÊ ÇARESER BIBIN'

Nûrî Malîkî, ku weke alîgirê Îranê tê zanîn û Serokê Koalîsyona Dewleta Qanûnê ye û Serokwezîrê berê yê Iraqê ye, têkilî krîza di navbeyna DYE û Îranê de daxuyanî da, li dijî polîtîkayên destêwerdar ên DYE'yê helwest nîşan da û got, ''Em hêvî dikin ku pirsgirêk ne bi polîtîkayên ferzkirinê bi diyalogê werin çareserkirin.''

Malîkî di daxuyaniyê de got biryarên DYE'yê Iraq jî di nav de wê bandorê li ser hemû Rojhilata Navîn bikin, ambargoyên yekalî yên DYE'yê yên li ser Îranê li dijî qanûnên navnetewî û rêz û rêçikan e. Malîkî got polîtîkayên bi vî rengî wê di serî de ji bo gelê Îranê wê encamên taloke ji bo welatên herêmê bîne, wê bandorê li Iraqê jî bike ku hê nû ji şerê DAÎŞ'ê derketiye û diyar kir, hicreyên veşarî yên DAÎŞ'ê ji bo ewlehî û aramiya Iraqê hê jî hêmana gefxwarinê ne.

Malîkî her wiha got, polîtîkayên bi dijminatî bi rengekî zelal yasayên navnetewî binpê dikin, li dijî van polîtîkayan ew ê serê xwe netewînin.

AMIRÎ: EM Ê IRAQÊ JI BO DYE'YÊ BIKIN VÎETNAMA DUYEM

Damezirînerê Heşdî Şebî û Fermdarê Tûgayên Bedîrî Hadî Amirî jî DYE destnîşan kir û got, ''Heke li vir şer derkeve, wê têkçûna li Wîetname careke dî bijîn.''

Amirî got, ''Heke Emerîka Iraqê ji bo hevkişkilandinên herêmî bik kar bîne, Iraqê ji bo wan em ê bikin Wîetname duyamîn û bikin ku têkçûnê bitehmijin.''

Amirî gef li hêzên Emerîkî xwar û got ew ê nehêlin ku Emerîka xaka Iraqê bi kar bîne û Iraqê bike qada çareserkirina pirsgirêkan.