Şewata li Kalîforniyayê: Hejmara miriyan bû 44

Hejmara mirovên ji ber şewata li eyaleta Kalîforniya ya DYA'yê mirin bû 44 kes. Qadeke daristanî ya ji 45 hezar hektarî û nêzî 7 hezar xanî şewitîn. 200 kes jî hîn winda ne.

Hejmara mirovên ji ber şewata li eyaleta Kalîforniyayê mirin roj bi roj zêde dibe. 44 kes ji ber şewatê mirin, 200 kes jî winda ne. Qadeke daristanî ya ji 45 hezar hektarî û nêzî 7 hezar xanî şewitîn.

Şefê herêma Bûtteyê Kory Honea got, "Cesedên 13 kesên din hatin dîtin. Bi vî rengî hejmara miriyan bû 42. Ev yek şewata herî kujer e."

Li başûrê Kalîforniyayê jî 2 kes miribûn. Bi vî rengî hejmara mirovên ji ber şewata li Kalîforniya ya DYA'yê mirin bû 44 kes.

Honea got, zehmet e ku ji binê enqazê şewatê cesed werin derxistin.

Gelek tîmên arkujiyê yên ji herêmên cuda tevlî karê vemirandina şewatê dibin. Nayê payin ku heta dawiya mehê baran bidê, lewma ba dibe sedem ku şewat belav bibe.

Herêma sêyemîn a şewatê ya bi navê "Hîll Fîre" hatibû kontrolkirin. Lê belê şewat hîn dewam dike.