Şewata li Fransayê: Daristana ji 7 hezar hektarî şewitî

Şewata li Fransayê, ku ji roja Duşemê û vir ve dewam dike, herî kêm 7 hezar hektar daristan şewitand.

Li gelek cihên bakurrojhilatê welêt û Korsîkayê şewat derket. Karê ji bo vemirandina şewatê dewam dike. Ji bo vemirandina agir bi hezaran personelên arkujiyê û jenderme hatin wezîfedarkirin. herî kêm 12 hezar kes ji herêmê hatin derxistin.

Ji ber şewatê Serokwezîr Edoûard Phîlîppe çû herêmê. Rayedar bi taybetî mirovên li qadên tûrîstîk hişyar dikin.

Li gorî Wezareta Karên Hundir, ji ber şewata li bakurê girava Korsîkayê 1.800 hektar daristan şewitiye. Li başûrrojhilatê Fransayê jî zêdeyî 5 hezar hektar daristan şewitiye.

Ji ber şewatê, tenê li bajarê Bormes-les-Mîsosas û derdora wê zêdeyî 10 hezar kes hatin veguhastin.