Şewata Amazonê: Bolsonaro ji bo ‘tevdîrê’ artêş erkdar kir

Li Brezîlyayê ev 15 roj in daristanên Amazonê dişewite, Serokê Dewletê Bolsonaro ku li dijî şewatan nekete nava tevgerê li ser nerazîbûnan bi armanca pêşîlêgirtina şewatê biryara sewqkirina artêşê da.

Daristanên Amazonê yên li Latîna Amerîkayê weke cîgera dinyayê tê dîtin. Ji vê daristanê du ji sê paran li Brezîlyayê ye. Jair Bolsonaro piştî ku li Brezîlyayê bû desthilatdar, şewata li Daristanên Amazonê her zêde bû.

Serokê Dewletê Jaîr Bolsonara piştî ku hate ser kar texrîbatên li dijî daristanan qat bi qat zêde bû û çavê xwe ji vê re girt û heta ji şewatê saziyên civaka sivîl sûcdar kiribû.

Tenê di nava du hefteyên dawî de şewata Amazon a li Brezîlya Bolîvîa û Paragûayê bi sed hezaran herêma daristanê bûn xwelî. Bolsonaro ku li dijî vê tevdîrên têrker negirt û hate rexnekirin ji îro pê ve bi armanca pêşî li şewatê bigre biryara seqkrina artêşê da.

BI HEFTEYAN BÊDENG MA NIHA ARTÊŞÊ DIXE DEWRÊ

Bi biryarnameya serokwezîrtiyê yekîneyên artêşê wê tevdîrên pêwîst li dijî şewatên li Amazonê bigre. Yekîneyên artêşê wê cihê şewat derketî tespît bike û di têkoşîna li dijî vêya de rol bigre.

Di nava 6 mehên destpêkê yên salê de 220 hezar hektar daristan li Brezîlyayê talan bûn. Bîlançoya şewata dawî ya li Brezîlyayê hîn nayê zanîn. Lê belê tê texmînkirin ku bi sed hezaran hektar qada daristanî talan bûye.

Lê belê ev şewat ne tenê li Brezîlyayê ye. Tenê li Bolîvyayê di hefteyên dawî de ji ber şewatê 600 hezar hektar qada daristanî şewitî. Şewat hîn bi temamî nehatiye vemirandin.

Li Paragûayê jî ku beşek ji daristanên Amazonê li wê deverê ye, tê gotin ku qadeke berfireh a daristanê şewitiye.