Şervanên Ereb: Ji bo jiyaneke wekhev û bi rûmet em tevlî PKK'ê bûn

Şervanên Ereb Delal Amed û Omer Tilkoçer ku ji bo jiyaneke wekhev, bi rûmet û azad tevlî nava refên gerîla bûn, bal kişandin ser girîngiya PKK'ê ya ji bo biratiya gelan.

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Dewleta Tirk ku nikare bi berxwedana gerîla, çekên kîmyewî jî di nav de her cûre çekan bi kar tîne. Şervanên Ereb Delal Amed a YJA Starî û Omer Tilkoçer ê HPG'yî ku ji bo şikandina van êrîşan tevlî nava refên gerîla bûn, bal kişandin ser girîngiya PKK'ê ya ji bo biratiya gelan.

Gerîlaya YJA Starê Delal Amed: Şehadeta xwişka min li ser tevlîbûna min a li nava refên gerîla bi bandor bû. Xwişka min Berwar Zîlan li geliyê Tiyarê şehîd bû û vê yekê bandoreke mezin li min kir. Weke jineke Ereb a ciwan tevlî nava refên gerîla bûm. Tevlîbûna hevalên Ereb li nava refên PKK'ê ji bo biratiya gelan gelekî girîng e. Ez xwe bi şens dibînim, ji ber ku min rêyeke bi vî rengî da ber xwe. Piştî destpêkirina têkoşîna Rêber Apo û PKK'ê jinan xwe nas kirin û dest bi têkoşînê kirin. Ev yek bû sedem ku di serî de jinên Ereb jinên ji gelek neteweyan tevlî nava PKK'ê bibin. Naskirina Rêber Apo û felsefeya wî rêya jiyaneke nû pêşkêş kir.

Dewleta Tirk dixwaze biratiya Kurd-Ereb têk bibe û şerekî di navbera wan de bide destpêkirin. Tevlîbûna ciwanên Ereb li nava refên grîla wê van polîtîkayên dewleta Tirk têk bibe. Weke şervanên Kurd û Ereb em ê bi têkoşîneke hevpar derbê li dijmin bixin. Weke şervanên Ereb em ê rol û mîsyona xwe di vê demê de heta dawiyê bi cih bînin. Em ê destûrê nedin ku dijmin gavê biavêje çiyayên me. Têkbirina planên dewleta Tirk wezîfe û berpirsyariya hemû ciwanên Kurd û Ereb e. Weke gerîlayeke ji neteweya Ereb armanca min ew e ku bersivê bidim vê pêvajoyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bike.

Gerîlayê HPG'ê Omer Tilkoçer: Dema ku min PKK nas kir, min fêhm kir ku ji rêxistinên din cuda ye. Bi taybetî têkiliyên hevrêtiyê yên li nava PKK'ê gelekî bi wate ne. Ji Kurd, Ereb û neteweyên cuda bi hezaran şervan li dijî êrîşên dewleta Tirk şer dikin. Yek ji sedemên tevlîbûna min a li nava PKK'ê ev bû. PKK li dijî zilmê li her derê gel diparêze. Fikrên Rêber Apo êdî li cîhanê belav bûye. Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan her wiha ji bo hemû gelên mezlûm êdî rêbereke. Ji ber ku her kesên fikrê Rêber Apo dipejirînin wî weke lîder qebûl dikin. Gelên bindest hewl didin ku fikrên Rêber Apo bixin meriyetê. PKK partiyeke welê ye ku her netewe bi çand û zimanê xwe lê dijîn. Ev jî gelekî bi wate û girîng e. Weke gerîlayekî Ereb armanca min misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.