Şerê navbera Talîbanê û artêşê wê giran bibe

Piştî ku hikumeta Efganistanê ragihand ku biryar dane li dijî Talîbanê dest bi operasyonê bikin, Talîbanê jî diyar kir ku wê bi tundê bersivê bidin.

Agirbesta ku bi navbeynkariya DYE'yê mehên derbasbûyî hate ragihandin, roja Sêşemê bi du êrişên li dijî sivîlan gihîşt asta têkçûnê. Roja Sêşemê li paytext Kabîlê di êrişa dijî klînîkeke zayînê de herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li rojhilatê welêt jî di êrişeke dijî merasîmeke cenaze de 32 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Serokkomar Eşref Ganî piştî êrişê ragihand ku êriş ji aliyê Talîbanê û çeteyên DAÎŞ'ê ve hatine kirin û ragihand, ku wan biryar dane 'li dijî dijmin' dest bi operasyonên leşkerî bikin.

Talîbanê jî bi daxuyaniyekê îdîa kir ku ji zêdebûna tundiya li Efganistanê wê 'hikumeta Kabîlê berpirsyar be'. Di daxyaniyê de gef hate xwarin ku ew ji bo bersivê bidin operasyonên artêşê amade ne.

Talîbanê êrişa li dijî nexweşxaneya li Kabîlê red kir. Çeteyên DAÎŞ'ê jî berpirsyariya komkujiya li merasîma cenaze ya li rojhilatê welêt dan ser milê xwe.