Şerê li Yemenê: NY hişyariya ‘karesatê’ da

Li Yemenê şerê di navbera Hûsî û hêzên hikûmetê de, ku Siûdî piştgiriya wan dike bi hemû dijwariya xwe didome, Netewên Yekbûyî got li welat 14 mîlyon kes birçî ne û banga rawestandina şer kir ku beriya ‘karesatek’ çêbibe.

Şerê di navbera Milîsên Şii yên Hûsî ku paytext Sana di destê wan de ye û  hêzên girêdayî Serokkomar Abd Rabdo Mansûr Hadî li bajarê Hûdeya giran bû.

Hate ragihandin ku ji roja Pênçşemê ve di şerê di navbera herdu aliyan de herî kêm 34 kes hatine kuştin. Tê texmînkirin ku hejmara windahiyan ên li gorî çavkaniyên nexweşxaneyê zêdetir be.

NY: BERIYA KARESATEKÊ DIVÊ ŞER RAWESTE

Hemû hewldanên ji bo rawestanina şerê di navbera hêzên girêdayî Mansûr Hadî ku Koalîsyona Ereb serî de Siûdî Erebîstan piştgiriya wan dike û Husiyên Îran piştgiryê dide wan bê encam man.

Netewên Yekbûyî (NY) ku ji bo çareserkirina pirsgirkê nikare tiştek bike têkildarî gefa birçîbûnê hişyariyan dide.

Sekterê Giştî yê NY Antonîo Gûtterres ku ji rojnamegeran re axivî got beriya ku Yemen ber bi ‘karesatekê’ ve biçe divê şer bê rawestandin. Gûterres got şer piranî li cihên sivîlan û bingehên sivîlan di şer de tê hedefkirin û li welatê ku 28 mîlyon kes lê dijî li ser nîvê wê gefa birçîbûnê heye.

Gûterres got; “Yemen niha li peravê karesatê ye û berî ku karesatek çêbibe divê şansê ji bo aşitiyê neyê windakirin.”

Li Yemenê di şerê navxweyî yê heta niha de herî kêm 10 hezar sivîl di bombebaranan de mirin. Tê texmînkirin ku tevî sivîlan jî ji aliyên şer dikin heta niha 50 70 hezar kes hatine kuştin.