Şerê Hûdeydeyê bandorê li jiyana sivîlan dike

Hate ragihandin ku operasyona hêzên hikumetê ya ku Siûdî Erebîstan piştgirya wan dike ya li bajarê Hûdeyde yê rojhilatê Yemenê li ser jiyana sivîlan gefeke mezin çêdike.

Li Hûdeydê piştî ku hêzên hikumetê roja Şemiyê nexweşxaneya herî mezin a bajêr kontrol kir şer bi giranî dijwar bû.

Bajarê Hûdeydê ku xwedî girîngiyek mezin e, li peravê Behra Sor e. Piraniya alîkariyên mirovî ji vê lîmanê tên welat.

Rêxistinên civaka sivîl hişyarî dan ku şerê li herêmê bandorê li pêşeroja mîlyonan kesî dike û gefê li alîkariyên mirovî dike.

Komîserê Bilind yê Mafê Mirovan a NY Mîchelle Bachelet got şerê li Hûdeydeyê yê li ser gel tê kirin ‘nayê qebûlkirin’.

Balafirên şer ên Koalîsyona Ereb ku Siûdî Erebîstan pêşengtiya wê dike ji roja Pêncşemê ve li ser bajêr difirin. Mîlîsên Hûsî yên Şîî jî bi doçka û topên hawanan bersivê didin. Şerê li herêmê her ku diçe dijwartir dibe.

Li gorî çavkaniyên leşkerî û nexweşxaneyê di nava 24 seatan de 43 endamên milîsên Şîî û herî kêm 62 şervanên hêzên hikumetê hatine kuştin.

Li gorî NY li Yemenê kriza herî giran a mirovî tê jiyîn. Şerê di navbera milîsên Hûsî yên Şîî û hêzên girêdayî Serokê Dewletê Abd Rabdo Mansûr Hadî ku Siûdî Erebîstan piştgiriyê dike ev 4 sal in didome. Piştî paytexta sana Adara 2015’an kete destê Hûsiyan Siûdî û gelek welatên Ereb bi bombebaranê beşdarî şer bûn.

Li gorî NY di şerê navxweyî de herî kêm 10 hezar sivîl mirine û bi hezaran kes jî ji ber nexweşiyan mirîne. Li welatê ku nifûsa wê 28 mîlyon kes e 75 ji sedê gel pêdiviya wan bi alîkariyê heye û 14 mîlyon kes jî birsîbûnê re rû bi rû ne.