Şerê bazirganiyê yê navbera YE û DYA'yê
Di şerê bazirganiyê yê navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Yekîtiya Ewropa (YE) de, piştî windahiyên her du aliyan, peymana destpêkê hate îmzekirin.
Di şerê bazirganiyê yê navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Yekîtiya Ewropa (YE) de, piştî windahiyên her du aliyan, peymana destpêkê hate îmzekirin.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp li ser gelek malên kirî yên pol, alumînyûm û sektora otomotîvê baceke nû danî. Piştî vê baca gumrukê, ji her du aliyan tawîz hatin dayin.
Yekîtiya Ewropayê (YE) jî ji bo soya û gelek berhemên din ên çandiniyê yên ji DYA dikir, baceke nû ya gumrukê ferz kir. Hate dîtin ku ev yek zerarê dide her du aliyan.
Ji bo dawî li 'şerê bazirganiyê' bê anîn ku bi mehan e di rojevê de ye, Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jean-Claûde Jûncker serdana Washîngtonê kir. Di vê çarçoveyê de gava destpêkê ya ji bo lihevkirinê hate avêtin.
SEKTORA OTOMOTÎVÊ NE DI NAVÊ DE, WÊ BAC NEYÊ ZÊDEKIRIN
Piştî hevdîtina Trûmp û Jûncker daxuyanî hate dayin û hate ragihandin ku Yekîtiya Ewropa wê hîn bêhtir soyayê ji DYA bikire. Trûmp jî li beramberî vê yekê diyar kir ku wê baca 10 ji sedî ya li baca heyî hatiye zêdekirin, ji berhemên pola û alumînyûm ên ji Yekîtiya Ewropayê tên kirin, rakin.
Li gorî daxuyaniya Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jûncker, her du alî wê di mijara berhemên pîşesaziyê de tarifeyê negirin. Lê belê sektora otomotîvê li derveyî vê lihevkirinê ma. Biryara li ser baca zêdekirî ya der barê kirîna berhemên sektora otomotîvê, wê piştî lêkolîna koma xebatê ya navbera Yekîtiya Ewropa û DYA'yê diyar bibe.
Serokê DYA Donald Trûmp jî da xuyakirin ku di têkiliyên bi Yekîtiya Ewropayê re 'serdemeke nû ya dostaniyê' dest pê kiriye û got, di vê pêvajoyê de wê têkiliyeke xurt a bazirganiyê hebe ku her du alî jî jê qezenç bikin.