Şêniyên Îsfahanê ji ber krîza avê daketin qadan

Welatî û cotkarên bajarê Îsfahanê yê Îranê, ji ber krîza avê ev çend roj in çalakiyan dikin.

Şêniyên Îsfahanê ji destpêka hefteya bihurî ve çalakiyan dikin. Dawiya hefteyê li meydana Horasganê bi vê armancê xwepêşandanek hate kirin û rêveberiya Serokkomar Hasan Rûhanî hate şermezarkirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Rûhanî, derewîn, ka çemê Zayendeh Rud?", "Neheqiyeke wiha li tu neteweyê nehatiye kirin", "Dijminê me li vir e, bi gotina 'Amerîka ye' derewan dikin."

Li gorî jêderkên mûxalîf, hêzên dewletê li Kolana Jay a li Îsfahanê pêşî li çalakgeran girtin. Ji ber vê yekê xwepêşandêran çalakiya rûniştinê kirin. Hêzên dewletê ji bo çalakgeran ji hev belav bikin destpêkê gule berdan hewayê, piştre jî êrîşî şêniyên bajêr kirin ku ji bo mafê xwe yê avê bi rengekî aştiyane çalakî dikirin. Di dema çalakiyê de hêzên dewletê li du jinan dan û 30 ciwan û cotkar destgîr kirin.