Şefê polîtîkaya derve yê YE diçe Tehranê

Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrel wê biçe serdana Tehranê.

Hate diyarkirin ku ev serdan wê roja Duşemê were kirin. Li gorî daxuyaniya Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Îranê Abbas Mûsavî wê Borrell bi Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevad Zarîf re rûnê.

Borell di 24’ê Çileyê de diyar kiribû welatên peymana nukleer îmze kirine ji bo parastina peymana nukleer wê di meha Sibatê de li hev bicivin.

Borell diyar kiribû hemû alî (ji xeynî DYE’yê)  dixwazin peymanê biparêzin û ev tişt bi kêrî hemû aliyan tê.