Şaredariyeke Parîsê xelat da Gultan Kişanak

Şaredariya Choîsy-le-Roî ya li paytexta Fransa Parîsê, 'xelat' da Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya dîlgirtî Gultan Kişanak.

Şaredariya Choîsy-le-Roîs, Kişanak weke "fîgureke têkoşîna demokrasiyê" ya li Tirkiyeyê bi nav kir û ragihand ku wê xelata şaredariyê bidin wê. Merasîm wê roja Sêşemê pêk were û bi navê Kişanak wê nûnerên komeleya Kurdan xelatê werbigirin.

Serokê Şaredariya Choîsy-le-Roîs ê ji partiya komunîst Dîdîer Gûîllaûme bi bîr xist, Kişanak du sal in girtî ye, 14 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û xwest, girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê hemû bên berdan.