Şanoya bi navê 'Mein Kampf' wê li Elmanyayê neyê qedexekirin

Li Elmanyayê, ku nîqaşên li ser antî-semîtîzmê dewam dike, dadgehekê qebûl nekir ku lîstika şano ya bi navê "Mein Kampf" (Şerê min) ya ji teoriya nîjadperest a Hîtler bê qedexekirin.

Lîstika bi navê "Mein Kampf" sala 1987'an ji aliyê nivîskarê şano yê Macar George Tabori ve hate nivîsandin. Promiyera lîstikê wê li Konstanzê bê kirin û ji bo qedexekirina vê lîstikê serlêdan hatibû kirin. Şanoya ku lîstik lê bê lîstin ragihandibû ku di dema lîstikê de kîjan temaşeker nîşaneya Naziyan bi milê xwe ve bike, wê bi rengekî bê pere karibe li lîstikê temaşe bike.

Li Elmanyayê, bikaranîn û nîşandana sembolên Naziyan qedexe ye. Lê belê serlêdana ji bo qedexekirina lîstika mîzahî ya bi navê "Mein Kampf" nehate qebûlkirin. Di biryara dadgehê de hate ragihandin ku di çarçoveya azadiya hunerî de nabe ku qedexeyeke bi vî rengî bê ferzkirin.

Ji ber ku lîstik wê 20'ê Nîsanê rojbûna lîderê Nazî Adolf Hitler bê lîstin, gelek saziyên Yahûdiyan nerazîbûn nîşan dan.