Îzlanda astengî û qedexeyên ji ber koronayê radike

Hikumeta Îzlandayê piştî roja Duşemê astengî û qedexeyên ji ber pandemiya Covîd-19’ê radike.

Li pêşdibistan, dibistan, lîse û zanîngehan perwerdehî dîsa hate destpêkirin. Lê li lîse û zanîngehan wê di polekê de herî zêde 50 kes hebin û wê xwendekar 2 metreyan ji hev dûr bin. Di dawiya meha Gulanê de wê birkên avjeniyê werin vekirin.

Di civîn û çalakiyan de jî 50 kes dikarin li hev bicibin. Di otobusan de wê herî zêde 30 rêwî hebin. Dema dinya sar be wê mirov 8 metreyan ji hev dûr bin.

Serokwezîr Karîn Jakobsdottîr ji ber rakirina qedexe û astengiyan ji gel re axivî. Serokwezîr bang li gel kir ku bila berpirsariya xwe bi cih bîne.

Saziyên tendirustiyê wê ji vê hefteyê û şûnde ji bo tespîtkirina antîkoran wê tehlîlên xwînê bike. Ev dane wê li hemberî belavbûna nexweşiyeke din were bikaranîn.

Li Îzlandayê ji 9’ê Adarê û heta niha 1798 kes bi koronayê ketin û bi giştî 10 kes ji ber koronayê mirin. Di nav welatên Îskandînavyayê de herî kêm li Îzlandayê mirov mirin.

50 hezar û 406 testên koronayê hatin kirin. Li welat 364 hezar kes dijîn, ev jî tê wateya ku ji 100 kesan 14 ketine testê.