Îtalyayê qirkirina Ermen nas kir, Fransayê roja bîranînê îlan kir

Li Parlamenta Îtalyayê di dengdanê de pêşnûmeya naskirina qirkirina Ermeniyan hate qebûlkirin. Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî 24'ê Nîsanê weke roja bîranînê ragihand.

Li Îtalyayê di dengdana roja Çarşemê de 382 wekîlan dengê 'erê' ji bo naskirina qirkirina Ermeniyan dan, 43 wekîl jî bêalî man. Kesekî ku li dij deng dan, nebû. Piştî dengdanê wekîl hemû rabûn ser piyan û ji bo biryarê li çepikan xistin.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî mohra xwe danî binê biryarnameya ku 24'ê Nîsana 1915'an Qirkirina Ermeniyan weke rojeke bîranînê ya komarê radigihîne.

Macron beriya niha bi daxuyaniyekê soz dabû ku wê 24'ê Nîsanê bike "Roja bîranîna neteweyî ya qirkirina Ermeniyan."

24'ê Nîsanê roja komkujiya Jon Tirkan a li dijî rewşenbîrên Ermenî yên li Stenbolê temsîl dike.

Macron beriya demeke kurt daxuyaniyek dabû û diyar kiribû, di mijara têkoşîna dijî DAÎŞ'ê, azadiyên bingehîn, qirkirin û rabirdûyê, mafên mirovan ew û Tirkiye li hev nakin û gotibû, "Li gel pêwîstiya bi derbasbûna pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê, di mijara diyalogê de jî armancên me yên hevpar hene. Ji ber vê yekê jî diyaloga bi Tirkiyeyê re nebe nabe."