Îsraîlê li Lubnanê bombe li nêzî 300 hedefan barand

Artêşa Îsraîlê êrişa herî giran a sala dawî ya li ser başûrê Lubnanê pêk anî. Hate ragihandin ku bombe li 290 hedefan hatiye barandin.

ÊRIŞÊN ÎSRAÎLÊ ZÊDE BÛN

Êrişên navbera Hîzbûllah û Îsraîlê ji êvara Înê ve dewam dikin. Artêşa Îsraîlê diyar kir ku sibeha Yekşemê di nava çend saetan de ji Lubnanê 115 êrişên bi roketan li ser 'hedefên sivîl ên li bakurê Îsraîlê hate kirin' û got, bi bombekirina hedefên Hîzbûllahê yên li Lubnanê bersiv ji êrişan re hatiye dayin.

Rêxistina Hîzbûllahê ya Şîa jî diyar kir ku navendên hilberînê yên leşkerî yên Îsraîlê hatine bombekirin.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku 290 hedef hatine bombekirin û "bi hezaran bataryayên fuze' hatine tinekirin.