Îsraîlê li Şerîa Rojava dest danî ser zeviyên ji 800 hektarî

Hikumeta Îsraîlê ragihand, roja ku Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Antony Blînken serdana Îsraîlê kir, li Geliyê Urdunê yê Şerîa Rojava ya di bin dagirkeriyê de ye qadeke ji 800 hektarî desteser kiriye.

Wezîrê Maliyeyê Bezalel Smotrîch ê rastgirê tund û yek ji serkêşên kolonîzasyona Yahûdî ya li Şerîa Rojava diyar kir ku qadeke ji 800 hektarî ya li Şerîa Rojava desteser kirine.

Li gorî Peace Now ku rêxistina li dijî kolonîzasyona Îsraîllî ye, ji sala 1993'an dema peymanên aştiyê yên Osloyê û vir ve desteserkirina herî mezin a xaka Fîlîstînê ye.

Ev daxuyanî di rojeke welê de hate kirin ku Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Antony Blînken di tûra dawî ya Rojhilata Navîn de ji Qahîreyê hat Îsraîlê, hate dayin.

Tê payin ku Blînken ji Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû bixwaze ku alîkariya mirovî ya ji bo xaka Fîlîstînê tavilê bê zêdekirin û Îsraîl xwe ji êrîşeke mezin a bejahî ya li ser Refahê vegire.

Li aliyê din 27 welatên Yekîtiya Ewropayê bang li Îsraîlê kirin ku li Refahê operasyonê neke û 'alîkariya mirovî ya lezgîn ranewestîne'.

Lê belê tevî zextên navneteweyî jî Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû israr dike ku li Xezeyê Hamasê ji aliyê leşkerî ve 'têk bibe' û ji bo pêşî li bûyereke nû ya mîna 7'ê Cotmehê bigire li Refahê êrîşekê bike.