Peymana li hevkirinê ya di nava her sê walatan de li paytexta Yewnanistan Atînayê hate îmzekirin. Serokwezîrê Îsra,şç Bemyamîn Netanyahû, Serokkomarê Qibrisê Nîcos Anastasîades û Serokwezîrê Yewnanistanê Kyrîakos Mîçotakîs tevlî merasîma îmzekirina peymanê bûn.
Peymana di navbera dewletan de, her sê welat di warê peydakirina enerjiya Ewropayê de dike armanc ku aktorekî girîng pêk bîne. Ev peyman heman demê li pêşberî sepandinên bi zorê yên Enqereyê jî biryardariya hersê welatan nîşan jî dide.
Netanyahû li ser vê xeta gaza xwezayî got: “Îsraîl di îmaja enerjiyê de şoreşê dike.”
Wezîrê Derdor û Enerjiyê yê Yewnanistan Kostîs Hatzîdakîs jî got: “Tevî gefên Tirkiyeyê jî wê li Derya Spî bibe projeya aştî û hevkariyê.”
Ji bo projeya EastMed 6 heta 7 milyar eûro lazim e. Proje wê ji bo herikandina enerjiyê ya ji Derya Spî ya bo Ewropayê bibe çavkaniyeke girîng.