Îsraîl li Lubnanê êrîşeke berfireh da destpêkirin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku Duşemê Lubnanê li dijî Hizbûlahê operasyonek berfireh dane destpêkirin.

Li Şerîda Xezeyê 353 roj in şer diqewime. Li başûrê Lubnanê jî şerê Îsraîlê yê li hemberî Hîzbûllah3e kete roja 352'an.

Di van rojên dawî de li eniya Lubnanê şer hîn giran bûye. Piştî ku partiya Şîî ragihand ew 8’ê Cotmehê 2023’an vir ve cara ewil Hayfayê ku 40 kîlometre ji sînor dûr e êrîş pêk anîne rewş hîn tundtir bû. Beriya vê êrîşê Îsraîlê destik û cihazên Hîzbûllahê teqandibû û li hemberî rêveberiyê êrîşên hewayî pêk anîbû. Di teqîn û êrîşan de dehan kesên di nav de rêveberî jî hebûn miribûn, bi hezaran kes jî birîndar bûbûn.

Sibehê Duşemê artêşa Îsraîlê ragihand wan li hemberî hedefên Hîzbûllahê operasyonek berfireh dane destpêkirin.

Artêş niha di derbarê van êrîşan de zêde agahiyên hûrgulî parve nekir. Lê li gorî Jerusalim Postê ev êrîş li Tir Marcayun, Nebatiye û nêzikî Bekaayê cihên binerd ên ji bo rokêtan bavêjin tên bikar anîn hedef girtiye. 

Li gorî Reuters rahihandiyê berdevkê artêşa Îsraîlê, Îsraîl mewziyên Hizbulahê piştî, “tespîtkirina niyeta êrîşa li hemberî Îsraîlê” daye ber lêdane.

Artêşa Îsraîlê ragihand êrîşên li Lubnanê wê dema pêş de jî bidomin.

Li gel vê berdevkê artêşa Îsraîlê got ku artêşa Îsraîlê ji bo li Lubnanê êrîşên “hîn berbirêh û hîn encamgir” bike amadekariyan dike.