Îsraîl: Heta ku Îran ji Sûriyeyê dernekeve em ê nesekinin

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand, heta ku Îran ji Sûriyeyê derkeve wê operasyonên xwe bidomînin.

Wezîrê Parastinê Naftalî Bennett piştî çend rêze êrişên hewayî yên li Sûriyeyê êvara Sêşemê daxuyaniyek da û got, "Karê Îranê li Sûriyeyê nîne."

Bennett got, "Eger ew ji Sûriyeyê dernekevin em ê jî nesekinin."

Wezîrê Parastinê êrişên hefteyên dawî bi rengekî fermî li xwe negirt. Rêveberiya Îsraîlê kêmcaran êrişên li Sûriyeyê li xwe digire. Lê belê tê zanîn ku êriş ji Îsraîlê tên.

JI 21'Ê NÎSANÊ VE HERÎ KÊM 6 CARAN ÊRIŞA HEWAYÎ KIR

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, êvara Duşemê di êrişên hewayî de yên li Sûriyeyê 14 şervanên Îranî û Iraqî hatin kuştin.

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê û medya dewletê ya Sûriyeyê ji 21'ê Nîsanê ve Îsraîlê herî kêm 6 caran êriş bir ser hêzên Îranê û hevalbendên wê.

Îran û Hîzbûllah a Lubnanê ku Îsraîl wan weke dijmin dibîne, li Sûriyeyê ji aliyê leşkerî ve piştgiriyê didin rejîma Başar El Esad.