Îsraîl bi deh hezaran Afrîkayiyan dersînor dike

Hikumeta Îsraîlê amadekariyan dike ku bi deh hezaran penaberên Afrîkî ku piraniya wan ji welatên şer lê diqewimin hatine, dersînor bike.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir, plana ji bo vegerandina 40 hezar penaberan ji aliyê Desteya Wezîran ve hatiye qebûlkirin. Di çarçoveya vê planê de beriya dersînorkirinê wê ji penaberan bê xwestin ku welêt biterikînin û eger nekin wê karibin bên girtin.

Serokwezîr Benyamîn Netanyahû li ser mijarê axivî û diyar kir ku yên serlêdana wan a penaberiyê nehatiye qebûlkirin dikarin hevkariyê bikin û bi dilxwazî biçin. Netanyahû meha Mijdarê ragihandibû ku welatên sêyemîn jî di nav de dibe ku ew dersînorkirinê bikin.

Piraniya penaberên tê xwestin bên dersînorkirin ji Erître û Sûdanê ne ku li van deveran mafên mirovan di asteke dijwar de tên binpêkirin. Ji bo penaberên ku heta meha Adarê dixwazin vegerin van welatan wê 3 hezar dolar alîkariya pere bê kirin.

Li gorî hikumeta Îsraîlê ji sala 2007'an û vir ve 20 hezar ji 60 hezar penaberên Afrîkayî hatine dersînorkirin.