Îranê tankera Îngîltereyê ku desteserkiribû berda

Muhafizên Şoreşa Îranê 19’ê Tîrmehê li Kendava Hurmuzê dest danîbûn ser tankereke ya Îngîltereyê. Berdevkê hikûmeta Îranê Alî Rabîeyî got ku wan tankera Îngîlteryê berdane.

Berdevkê hikumetê ragihand ku prosedorên qanûnî yên têkildarî tankera bi navê Stena Impero bidawîbûne û şert û mercên berdana tankerê çêbûne.

Tanker 183 metre dirêje û roja 19’ê Tîrmehê ji aliyê Muhafizên Şoreşê ve li Tengava Hurmuzê hatibû desteserkirin û piştre birîbûn strîngeha Bender Abbas a li başûr.

Tankera Stena Impero bi 23 endamên wê ve hatibû rawestandin û ji vana 7 kes 4’ê Îlonê hatibûn berdan.  Şîrketa xwediyê tankerê Stena Bulk roja Yekşemê daxuyanî dabû û gotibû bihêvî ne ku bi lez tanker were berdan.

Berdana tankerê ya ji aliyê Îranê ve beriya beşdarbûna Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî ku wê li Washîngtonê beşdarî civîna Desteya Giştî ya Netewên Yekbûyî bibe hate ragihandin. Desteya Giştî ya NY wê roja Duşemê li New Yorkê kom bibe.