Îranê moşeka geştê ceriband

Rejîma Îranê, moşeka geştê ya bi menzîla 1.350 kîlometreyî ceriband. Li gorî televizyona dewletê ceribandin serkeftî bû.

Wezîrê Berevaniyê Amir Hatemî got, ''Moşeka geştê ya Hoveyzehê 1.200 kîlometreyî çû û gihaşte hedefa xwe.''

Di pîrozbahiyên salvegera 40'î de ya Şoreşa Îslamî ev moşek hate ceribandin. Wezîrê Berevaniyê diyar kir moşek di demeke kurt de wê hazir bibe û moşek ne zedê li bilindahiyê firiyaye.

Li gorî raporê, ya ku Enstîtûya Navneteweyî ya Lêkolînên Stratejîk a bi navenda Londonê 2017'an weşandî, Îran 12 tîp moşekan çêdike ku menzîla wan di navbeya 200 û 2.000'î de ye û dikarin rahijin 450 û 1.200 kîlo bar.

Desthilatên Rojavayî ji vê bernameyê fikaran dikin. Di serî de DYE û gelek welatên Rojavayî Îranê sûcdar dikin ku li Rojhilata Navîn û Israîlê gefê li aramiyê dixwe. Hin generalên Îranî jî gefê dixwin ku dewleta Israîlê ya 'siyonîst' tine bikin, rayedar gelek caran dibêjin ti niyeta wan tine ku şerekî bidin destpêkirin.

Rejîma Îranê gelek caran sûcdariyên hêzên Rojavayî qebûl nake, dibêje bernameya moşekan ne binpêkirina peymanên navneteweyî ye, bi mebesta pêximker e û meselya pirsa ewlehiya netewî ye.

Li gorî biryara bir hijmara 2231'ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY'yê, Îran, ceribandinên moşekên balistîk jî di nav de, divê li ser moşekên bi serikên balistîk tiştekî neke. Lê ev xal ji hêla Rojavayî û Îraniyan ve bi rengekî cuda tê şîrovekirin. Li gorî Washîngtonê divê ceribandinên moşekên balistîk û moşekên fezayî li Îranê werin qedexekirin.