Îranê ji ber ‘sîxûriyê’ 4 kes mehkûm kir

Erka Edlî ya Îranê ragihand 4 kesên bi hinceta ji bo DYE û Qiraliyeta Yekbûyî sîxûriyê dike mehkûm kirine.

Berdevkê Sîstema Edlî Gulamhuseyîn Îsmaîlî bi rêya dîmenekê daxuyaniyek da û ragihand cezayê darvekirinê li kesekê ku bi sûcdariya sîxûriyê ji bo teşkîlata sîxûriyê ya DYE û CIA’yê dike hatiye birîn.

Îsmaîlî diyar kir ku cezayê darvekirinê li ser erêkirina Dadgeha Bilind, wê navê wî bê eşkerekirin.

Berdevk ji bo 3 kesên din ên bi sûcê sîxûriyê hatine sûcdarkirin 10 sal ceza lê hatine birîn navên wan eşkere kir. Li gorî vê; Alî Nafariye û Muhamemed El Babapûr ji bo Washîngton, Muhammed Emîn Nasab jî ji bo Londonê sîxûrî kiriye. Her wiha ji bo du kesên mijara gotinê ku ji bo Emerîkayê sîxûrî kiriye 55 hezar dolar cezayê pere jî lê hatine birîn.

Rêveberiya Tehranê di meha 17’ê Tîrmehê de ji ber karê sîxûriyê cezayê darvekirinê li 17 welatiyên Îranî yên ji bo CÎA’yê dikirin, birîbû.

Rêveberan ragihand ev kes di meha Adara 2018 û Adara 2019’an bi operasyonên hatine kirin hatine girtin.

Di meha Îlonê de Îsmaîlî ragihandibû ku 3 kesên Ewûstralyayî bi karê sîxûriyê hatibû sûcdarkirin. Hikûmeta Ewûstralyayî ragihandibû her 3 kesên mijara gotinê 11’ê Îlonê hatibûn girtin.