Îran ji ber mirovan ziwa dibe

Li bajarê Galogah ê ser bi Mazandaran ê li rojhilatê Îranê, ji ber mirovan û guherîna avhewayê pirsgirêka avê rû daye.

Galogah nêzî kendava Gorganê ye. Li gorî ajansa nûçeyan a Tasnimê, mîna bajarên li peravê; Bender Turkmen û Bender Gaz, bajarê Galogahê jî ji ber guherîn avhewayê û faktorên mirovan ziwa dibe. Ava li herêmê gelekî kêm bûye. Tê gotin ku ev rewşa nebaş ji ber mirovan e.

Ava ku kêm bûye, bandorê li ser qenalên kendavê jî dike. Zêdebûna rêjeya nêmê û dûkeliya ji ber gaza sera ya ji santralên elektrîkê yên Neka derdikeve, mîna gola Ûrmiyê, kendava Gorganê jî guherand.

Pirsgirêka ziwatiyê li gelemperiya Îranê heye. Rewşa li hin herêman gelekî giran bûye. Li gorî daxuyaniyekê ku meha Adarê di malpera Meclîsê de hate weşandin, gelek gol û çem kêm maye ku ziwa bibin. Jonathan Bet Kolia ku di komîteyeke meclîsê de ya li ser pirsgirêkên hawirdorê dixebite cih digire got, "Gola Ûmriyê û Zayendeh Rud jî di nav de gelek çem ziwa bûn."

Kolia işaret bi rewşa Gola Ûrmiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê kir û got, "Eger gol bi temamî ziwa bibe, wê 14 eyalet ji holê rabin."

Kolia wiha dewam kir: "Ji ber xwê ya li vê herêmê, eger bahozek rabe ya jî bareneke dijwar bibare, wê herêm bi temamî tine bibe."

Li gorî Rêxistina Meteorolojiyê ya Îranê, 97 ji sedî ya Îranê di nava pirsgirêka ziwatiyê de ne. Rêxistinên mafên mirovan dibêjin, mirov ji ber ziwatiyê neçar dimînin cih û warê xwe biterikînin."