Îranê hişyariya ‘peymana nukleerê’ li DYA kir

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî diyar kir ku heke DYA ji peymana nukleerê vekişe ew ê ‘poşman bibe.’

Serokkomarê Îranê Rûhanî bi wesîleya Roja Teknolojiya Nukleer a Neteweyî daxuyanî da û got, “Em ê ji peymanê venekişin lê divê ew –DYA- bizanibin, heke peymanê binpê bikin ew ê poşman bibin.”

Serokkomar Rûhanî got, “Em gelekî amade ne. Heke ew vê peymanê binpê bikin, ew ê wê çaxê bibînin. Herî zêde hefteyekê ew ê encamê bibînin.”

Rûhanî diyar kir heke DYA ji peymanê vekişe wê ev tişt were vê wateyê ku ‘wan soza xwe bi cih neanîne’ û got, “Rûmeta wan a di qada navneteweyî de ew ê xisarê bibîne.”

Peymana nukleerê di Tîrmeha 2015’an de di navbera Îran , DYA, Rûsya, Elmanya, Fransa, Îngîltere û Çînê hatibû îmzekirin.

Li gorî vê peymanê heke Îran dev ji çêkirina bombeya atomê berde ew ê pêkanînên li dijî wê qonax bi qonax were rakirin. Lê Serokê DYA’yê Donald Trûmp diyar dike ku di warê ewlekariya neteweyî de têra xwe mîsogerî tune. Trûmp di daxuyaniyeke di meha Çileyê de gef xwaribû ku ew ê di 12’ê Gulanê de ji peymana nukleerê vekişin û ji bo welatên Ewrûpayê xalên peymanê tundtir bikin, heta wê dîrokê dem diyar kiribû.

Heke DYA ji peymanê vekişe tê payîn ku pêkanînên ekonomîk ên li dijî Îranê hişktir bibin.