Îranê got wan bi şaşî li balafira Ûkraynayê xistine

Îranê ragihand ku balafira girêdayî Rêya Hewayî ya Ûkranyayê bi şaşî xistine.

Îranê ragihand ku bi şaşî balafira Rêya Hewayî ya Ûkranyayê ku 176 kes mirîbûn, xistiye xwarê. Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevad Zarîf ragihand ku xistina balafirê xetayekî mirovî û maceraperstiya DYE bûye sedem.

Zarîf li ser Twîtterê daxuyaniyek da û got; “Rojeke xemgînî ye. Encamên destpêkê yên lêkolîna ji aliyê hêzên çekdarî ve hate eşkere kirin. Di krîza ku maceraperstiya DYE bû sedem xetaya mirovî rê ji felaketê re vekir.”

Zarîf têkildarî bûyerê lêborîn xwest û wiha got; “Em sersaxiyê ji malbatên cangoriyan, welat û mirovên ku bandoriya xwe lê kirine dixwazin.”

Li gorî daxuyaniya artêşa Îranê ku di televîzyona dewletê de hate weşandin hate diyar kirin ku balafira Rêya Hewayî ya Ûkranya nêzî herêma leşkerî ya Zêrevanên Şoreşê bûye û bi qezayê li balafirê hatiye xistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku kesên bûne sedema xistina balafirê wê di nava artêşê de werin darizandin.

Balafira bi tîpa Boeîng a Ûkraynayê ku 176 kes tê de bûn piştî ku 8'ê Çileyê ji Tehranê rabû di nava çend deqeyan de ketibû xwarê. Piraniya rêwiyên wê jî Îranî û Kanadayî bûn. Lê belê Ûkraynayî, Afgan, Îngiliz û Swêdî jî di nava rêwiyan de hebûn.