Îranê fuzeya binavê ceriband

Rejîma Îranê ragihand, di çarçoveya tetbîqata leşkerî de ya li Kendava Hurmuzê, fuzeya seyrê bi rengekî 'serketî' ceribandine.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê, di roja sêyemîn a tetbîqata leşkerî de ya li Kendava Hurmuzê, ji keştiya binê avê fuzeya seyrê bi rengekî 'serketî' hatiye avêtin. Hate ragihandin, fuze ji keştiya binavê ya Gadîr ve hatiye avêtin.

Li gorî nûçeyê, ku daxuyaniyeke artêşa Îranê weşand, keştiyên binê avê yên Îranê yên bi navê Tarik û Fatîh jî xwedî kapasîteya keştîsavar e.

Medya Îranê diyar kir, tetbîqat ji Kendava Hurmuzê heta Okyanûsa Hîntê li qadeke berfireh tê kirin û nêzî 100 keştî tevlî bûne.